Îsraîlê, êrîsî Samê kir: Kustî hene!

Îsraîlê, êrîsî Samê kir: Kustî hene!

PeyamaKurd- Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Suriyeyê SANAyê, di encama êrîşên moşekî yên Îsraîlê yên li ser paytexta Suriyeyê Şamê de 4 leşkerên Suriyeyê hatin kuştin. 

Li gorî hat ragihandin, artêşa Îsraîlê şeva borî saet derdora 02:00yan de ji aliyê Girên Golana Suriyeyê ve ku dagir kiribû, êrîşî ser paytexta Suriyeyê Şamê kir.

Hat diyarkirin ki di encama êrîşê de 4 leşkerên Suriyeyê jiyana xwe ji dest dan û 4 leşker jî birîndar bûn û di êrîşê de ziyanên madî jî derketin.

Jêderekî leşkerî jî ji bo World Newsê piştrast kir ku êrîşan bi taybetî çend xal li derdora Şamê kir armanc û pergalên berevaniya asîmanî yên Suriyeyê çalakiyek kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin