PeyamaKurd – Ji Çînê kargoya çaran a alîkariya tenduristiyê gihîşt paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê.
Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî dema gihîştina alîkariyê li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bi Konsûlê Çînê yê Hewlêrê Ni Ruchi re civîneke rojnamevanî saz kir.
Berzencî bal kişand ser ku alîkariyên hatine ji alavên xweperastinê yên tenduristiyê pêk tên ku îro gihîştine Hewlêrê û diyar kir, “Dê têkoşîna me ya bi coronavîrusê re berdewam be. Di vê proseyê de armanca bingehîn ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tenduristiya hemwelatiyan e.”
Konsûlê Çînê Ni Ruchi jî got, di nav alîkariya tenduristî de 1 hezar kîtên testa koronayê, maskeyên cerahî, lepik, tilum û maskeyên N95 hene û destnîşan kir, “Ev alîkarî nîşaneya pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Çînê ne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin