Îdlîb cardin rastî êrîsê hat: 17 kesan jiyana xwe ji dest dan

Îdlîb cardin rastî êrîsê hat: 17 kesan jiyana xwe ji dest dan

PeyamaKurd – Firokeyên şer ên ser bi rejima Esed cardin bajarê İdlibê bombebaran kirin û di encamê de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên Tîmên Berevaniya Sivîlan, îro danê nîvro (10-06-2018) firokeyên hikûmeta Sûriyê navçeyên Binefş, Teftenaz û Ariha û herwiha navçeyên Ram Hemdan û Dêra Benî Îz bombebaran kirine.

Li gorî çavkaniyan li navçeya Teftenazê nexweşxaneya zarokan jî bûye amanc û di encamê de 3 jê zarok 5 kes mirine.

Herwiha li deverên din ên Teftenazê 8, li Arîhayê 2, li Binefşê kesek û li Ram Hemdanê jî kesekî sivîl canê xwe ji dest dane.

Hate gotin, ku tîmên Berevaniya Sîvîl karên lêgerîn û alîkariyê berdewam dikin û tê pêşbînîkirin ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

Hêjayê gotinê ye ku roja pênşema borî jî di bombebarana  gundê Zerdane ya İdlibê de 42 kesên sivîl canê xwe ji dest dabûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin