PeyamaKurd - Endamê Lijneya Darayî û Karûbarên Aborî li Parlamentoya Kurdistanê aşkera kir, biryar e heftiya bê şandeke pispor a aborî ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve dê biçe Bexdayê û ew şande bo guftûgoyên li ser babeta mûçeyê budceya 2020ê dê serdana Bexdayê bike.
Endamê Parlamentoya Kurdistanê yê fraksiyaon Tevgera Gorran Celal Mihemed Emîn ji BasNewsê re ragehand: ‘’Heftiya bê şandeyekî hikûmeta herêma Kurdistanê dê serdana Bexdayê bike û armanca wê serdanê guftûgoye li ser babeta budce û mûçeyên sala 2020ê yên herêma Kurdistanê.’’
Herwaha got: ‘’Şande tîmeke hikûmetê ye û ji kesên pisporê darayî pêktê. Bi çûna wê şandeyê ve budce û mûçeyên herêma Kurdistanê yên sala 2020ê bi rêkarên baştir ve dê bên misoger kirin.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin