Zelenskiy, ew dîplomat ji kar dûr xist

Zelenskiy, ew dîplomat ji kar dûr xist

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Balyozê Giştî yê Londonê yê ku ew rexne kiribû; ji kar dûrxist.

Balyozê Ukraynayê yê Londonê Vadim Prystaiko ku beriya niha ji ber ku Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy spasiya Wezîrê Berevaniya Brîtanyayê Ben Wallace kiribû rexne kiribû, ji aliyê Zelenskiy ve ji kar hat dûrxistin.

Di derbarê dûrxistina ji kar a Prystaiko de heta niha tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Beriya niha ji ber ku Zelensiy spasiya Wallace kiribû, ev yek ji aliyê balyoz Prystaiko ve wekî “rewşeke tinazî û ne li rê” pênase kiribû.

Balyozê Giştî yê Ukraynayê yê Londonê Prystaiko, ji 20ê Tîrmeha 2020î û bi vir ve li ser kar bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin