PeyamaKurd-Li Sri Lankaya ku bi qeyraneke giran a aboriyê re rû bi rû ye, petrol qediya. Hat ragihandin ku ji ber nemayîna sotemeniyê, li seranserê welêt dibistan hatine girtin û ji karmendên giştî jî hatiye xwestin ku neçin ser karên xwe.
Li welatê Asyaya Başûr Sri Lankayê, qeyraneke mezin a aboriyê tê jiyandin ku ev qeyran di dîroka Sri Lankayê de nehatiye dîtin. Ji rayedarên welêt hat ragihandin ku ji ber qeyranên elektrîk, sotemenî û xurekan, li raya giştî hemû qad hatine rawestandin û ji bo hemû dibistanên li seranserê welêt, betlane hatiye ragihandin.
Serokwezîrê Sri Lankayê Ranil Wickremesinghe, roja duşemê ragihandibû ku petrola di destê wan de têrî rojekê maye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin