PeyamaKurd - Parlemanterê Kurd di Parlemana Iraqê de Rêbwar Taha da xuyakirin ku di kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê de, 3 wezaret ji Kurdan re patine terxan kirin.
Parlemanter Rêbwar Taha di civîneke rojnamevanî de ragihand, di kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê de, 3 wezaret ji Kurdan re dibin, lê pêwîst e wezîr wek nûnerên Herêma Kurdistanê serederî pê re bên kirin.
Taha da zanîn, “Nûnertîkirina Herêma Kurdistanê ji me re girîng e, ne post. Rêza me li hemû nerînan heye, lê nûnertîkirin li Iraqê bi kesên serbixwe nabe.”
Rêbwar Taha diyar kir, serederiya bi Herêma Kurdistanê re taybetmendiya xwe heye û nabe wek naverast û başûrê Iraqê be.
Cîgirê Serokê Parlemanê Beşîr Hedad jî got: “Divê Elawî bizanibe ku serederiya bi Herêma Kurdistanê re ji ya Şîe û Suneyan cuda ye, serederî bi Herêma Kurdistanê re serederiya bi qeware û neteweyekê re ye. Pirsgirêkên me yên din bi Bexdayê re hene, ji ber wê divê ew taybetmendî ji Kurdan re hebe.”
Tê çaverêkirin ku roja Yekşema bê ango 23ê vê mehê Parlemana Iraqê bicive û deng li ser kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê bide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin