PeyamaKurd – Wezîrên bergiriyê yên Japonya û Çînê li ser ‘xeta rewşa lezgîn’ lihev kirin. Japonya û Çîn di navbera xwe de xetekî leşkerî danîn da di navbera wan de şer û pevçûn nebe û ji hev têbigihên û karibin diyaloga xwe ya leşkerî bimeşînin. Wezîrên her dû dewletan lihev kirin ku yekser xetê deynin û di ser de wext derbas nekin.
Wezîrê bergiriyê yê Japonyayê Hamada Yazukazu û yê Çînê Li Şangfu, li Sîngapurê di Diyaloga Shangri-La de hatin cem hev. Hamada di beşa vekirî ya çapemeniyê de ragihand ku rewşa Çîna Rojhilat jî di nav de, gelek endîşeyên ewlehiyê hene. Hamada ragihand ku di rêya muzakereyên samîmî de hewlên danîna têkiliyên bi îstîqrarî dê hebin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin