Peymana gaza Rojhilatê Derya Spî hat îmze kirin

Peymana gaza Rojhilatê Derya Spî hat îmze kirin

PeyamaKurd – Li demeke ku Tirkiye û Yûnanistan piştî rageşiya li Rojhilatê Derya Spî dest bi danûstandinên teknîkî kirine, peymana gaza Rojhilatê Deryaya Spî îro 22yê Îlonê ji aliyê Misir, Urdin, Îsraîl, Yûnanistan, Qibris û Îtalyayê ve hat îmzekirin.

Hat ragihandin ku beşdariya Misirê ya peymanê di çarçoveya rêxistina gaza Rojhilatê Deryaya Spî de û hewldana veguhastina navenda herêmî ya enerjiyê li herêmê ye.

Misirê bi însiyatîfekê wezîrên enerjiyê yên dewletên rojhilatê Deryayê Spî û nûnerên Yekîtiya Ewropayê di Çileya 2019an de li Qahîreyê kom kiribû.

Li Misirê 2 kargehên gaza xwezayî ya xam hene ku ew kargeh hatine paşxistin yan jî kêmî kapasîteya xwe dixebitin û dibe ku ji bo derxistina gazê werin bikaranîn.

Di salên borî de kanên mezin ên gazê di ava girêdayî Îsraîl, Misir û Qibrisê de hatibûn dîtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin