PeyamaKurd- Li Brezîlyayê li Eyaleta Parayê komek hepsiyên di zindanê de hewl dan ku firar bikin. Di dema firarkirinê de di navbera hepsî û hêzên ewlehiyê de şer derket. Di bûyerê de 21 kes hate kuştin.
Sekreterê Ewlehiya Gel a Eyaleta Parayê di derbarê bûyerê de daxuyaniyek da got ku ji zîndana Santa Îzabel komek hepsî yên ku çek bi dest xistine hewl dan ku firar bikin. Firariyan xwestin ku dîwarê hepsê bi teqemeniyan biteqînin û birevin. Di vê demê de di navbera hepsî û hêzên ewlehiyê de şer derket. 1 jê qerdiyan tevde 21 kes hate kuştin. Hat ragihandin ku 5 qerdiyan jî birîndar in.
Li gorî hinek îddayan kesên kuştî ji hijmara ku hatiye eşkerekirin gelekî zêdetir e.
Di zîndana Santa Îzabelê de 3 hezar û 400 hepsî hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin