PeyamaKurd- Li bajarê Sêrtê asta ava çemê Botanê daket û di encamê de otomobîlekî xuya kir ku nayê zanîn bê kengê ketiye avê û ya kêye. Lê ser otomobîle kevz girtiye û ev nîşan dide ku ji zûde ye ketiye avê. Ciyê avê ku otomobîl ketiyê, ji navenda bajêr 15 km dûr e.
Tîmên rizgarkirinê yên AFAD ê hatin ciyê bûyerê lê nikaribûn wê ji avê derxin. Li ser wê dest bi xebatê kirin da jimara fermî ya otomobîlê tesbît bikin an ji jimara şaseya wê bizanibin bê otomobîl ya kê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin