PeyamaKurd - Meytê Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û rayedarên pê re ji cihê qezayê ber bi bajarê Tebrîzê ve hatin veguhestin
Rêveberê Giştî yê Karûbarên Siyasî yê Parêzgeha Azerbaycana Rojhilat Husên Heqîqiyan ragihand ku wê îro merasîma oxirkirina Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tebrîzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî li bajarê Tebrîzê bê lidarxistin.
Heqîqiyan got: “Termên qurbanîyên ketina helîkopterê wê ji devera Warzeqan ji bo bajarê Tebrîzê bên şandin û wê li Tebrîzê pijîşkîya dadwerî ya meytên wan bêne kirin.
Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamaneyî piştî mirina Serokomar Îbrahîm Reîsî û şanda pê re, li Îranê 5 roj şîna giştî ragihand.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin