Serokomarê nû yê Macarîstanê hat hilbijartin

Serokomarê nû yê Macarîstanê hat hilbijartin
PeyamaKurd – Piştî ku Serokkomara berê ya Macarîstanê Katalin Novak ji ber skandala efûya îstismara zarokan îstifa kir, parlementoyê serokkomarê nû yê vî welatî hilbijart.

Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn Tamas Sulyok ê ku ji aliyê partiya desthilatdar Fidesz a bi serokatiya Serokwezîrê Macarîstanê Vîktor Orban ve weke namzet hat nîşandan, di dengdana ku 146 wekîl beşdar bûn de, bi 134 dengan bû serok.

Di dengdanê de 5 parlementeran dengên nerazî dan, 7 deng jî betal hatin dîtin. Parlamenterên mûxalefetê yên Parlamentoya Macaristanê ku ji 199 kursiyan pêk tê, bi piranî beşdarî dengdanê nebûn.

Di xwepêşandana protestoyî ya ku ji aliyê çar partiyên opozisyonê ve li welat roja Yekşemê hat lidarxistin, hat xwestin ku hilbijartinên serokomariyê rasterast ji aliyê gel ve bên lidarxistin.

Sulyokê ku piştî hilbijartinê sond xwar, di axaftina xwe ya kurt de soza zelalbûna biryarên efû û xelatên serokomariyê da. Merasîma sondxwarinê ya Sulyok ê 67 salî ku li şûna Novak hat hilbijartin, tê plankirin ku di 5ê Adarê de bê lidarxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin