Li Rojava isaretên guhertinekê hene!

Li Rojava isaretên guhertinekê hene!

PeyamaKurd- Li Rojavayê Kurdistanê, nexşe û alên ku kolan û sikak dixemilînin; hêdî hêdî têne rakirin.

Ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê, nexşe û alên sikakan hatin paqijkirin; metirsiyek kete nava gelê Kurdistanê. Gel dibêje gelo êdî rêvebiriya herêmî wê were bidawîkirin an na. Rêvebiriya Herêmî ya PYDê jî dibêje ku ev ji bo paqijkirin û ediladina sikak û kolanan e.

Li ser bûyerê welatiyekî bi navê Seîd Muhemmed got ku “Em jî nizanin; gelek guftûgo li sikakan têne axaftin. Hinek dibêjin rejîm wê dîsa were herêmê. Hinek dibêjin hebûna ew qas al û nexşeyan tevlîheviyek çêdikir. Me bi xwe jî nizanîbû kîjan al ya kê ye.

Di derbarê mijarê de Alîkarê Serokê Lijneya Şaredariyên Cizîrê Nîdal Mehmûd got ku li sikakan tevliheviyek ji bo al û sembolan heye. Em dixwazin rê, sikak û derdora xwe paqij bikin û biedilênin. Di vê mijarê de saziyek heye ku xebatên xwe dike. Ev mijareke teknîkî ye. Ji bo reklamên li ser cadeyan jî em gavên nû tavêjin. Ev tiştekî baş e û li gorî standardên dinyayê ne. Her tişt wê li gorî sîstemê be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin