DAISê kustina Silêmanî pîroz kir: Teqdîra Îlahî ye…

DAISê kustina Silêmanî pîroz kir: Teqdîra Îlahî ye…

PeyamaKurd – Rêxistina terorîst DAIŞê kuştina Qasim Silêmanî ji aliyê Amerîkayê ve pîroz kir û got, teqdîra îlahî ye.

Hat ragihandin ku ku DAIŞê li ser malpera xwe ya bi navê El Nebayê li ser rewşa dawî nirxandinek weşandiye û tê de, kuştina Qasim Silêmanî jî pîroz kiriye û gotiye, dijmin enerjiya xwe bi şerê hevdu xerc dikin û bi vî awayî jî ew dê xwe li herêmê ji nû ve birêxistin bikin.

Di daxuyaniyê de, kuştina Qasim Silêmanî jî wekî, ‘teqdîra îlahî’ hatiye binavkirin û û hatiye gotin ku dê ev yek bi rêka şerê wan ê cîhadê were.

Hêjayî gotinê ye, Qasim Silêmanî li ser navê Îranê bi milîsên xwe şerê DAIŞê dikir û piştî kuştina wî jî hevpeymaniya navdewletî ji ber aloziya derketiye şerê dijî DAIŞî rawestandibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin