PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdisanê bi daxuyaniyeke ragihand ku Covid-19 (koronavirus) ketiye canê kesekî din.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê de hatiye, derbarê nexweşiya Covid-19 (vîrusa koronayê ya nû) li Herêma Kurdistanê, tîmên tenduristî bi berdewamî lêgerîn û pişkinîna kesan dikin ku guman heye ku Covid-19 ketiye canê wan.
Wezareta Tendirustiya Kurdistanê ragihandibu ku li parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê Covid-19ê (koronavirus) ketiye canê 3 kesên din û bi vî awayî hejmara kesên bi wê nexweşiyê ketine gihiştiye 11an. Bi vî kesên nexweş re hejmara kesên ku Covid-19 ketiye canê bûye 12 kes.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin