PeyamaKurd – Li gorî nûçeya Şarqul Ewsetê, hefteya borî li Iraqê toreke pisporên dijîtal ku siyasetmedarên iraqî bi dizî guhdarî dike hatiye desteserkirin û lêpirsîna wê dewam dike.
Hatiye diyarkirin ku lêpirsîna li ser gumanbarê sereke yê wê torê dewam dike û hatiye tespîtkirin ku du lîderên Hemahengiya Kordînasyona Şîeyan jî hatine guhdarîkirin.
Li gorî zanyariyan, ew tora han di nav nivîsgeha Serokwezîriyê de kar dike û ji kesên pisporên ewlehiya dijîtalî pêk tê.
Çavkaniyan diyar kiriye ku kesayetên hatine guhdarkirin hurgilî bi daraza Iraqê re parve kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin