PeyamaKurd – Di êrîşa SÎHAyê ya ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyê li gundê Mizgeftê yê bajarokê Tirbespiyê yê Qamişlo yê Rojavaye Kurdistanê pêk anî de, 4 kes birîndar bûn.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê da zanîn, SÎHAya girêdayî Tirkiyê li gundê Mizgeftê yê bajarokê Tirbespiyê kargeheke mirîşkan kir hedef û di êrîşê de gelek kes birîndar bûn.
Medyaya nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da zanîn, di êrîşê de 4 kes birîndar bûne ku di nav wan de zarokek jî heye.
Herwiha ji aliyekî din ve, Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirova, ji destpêka vê salê ve, Tirkiyê 97 êrîşên asmanî li ser deverên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de pêk anîne, di encama van êrîşan de 12. sivîl û 83 endamên HSDê can dan û zêdetirî 125 kes jî birîndar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin