PeyamaKurd – Li Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê di nav 24 saetên dawî de, 185 kesên din ji vîrusa koronayê mirin.
Wezareta Tenduristiya Tirkiyê di tabloya îro 4ê Nîsanê de eşkere kir, ji nav 246 hezar û 210 testên hatine kirin de, testa Covid-19 ya 41 hezar û 998 kesan pozîtîf derketiye û ji wan jî 1508 wekî nexweş hatine tomarkirin.
Herwiha hat ragihandin ku 185 kesan jî can daye û 22 hezar û 674 nexweş jî îro baş bûne.
Bi van hejmarên dawî re li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara mirinên ji koronayê gihîşt 32 hezar û 263 kesan û yi pêketiyan jî bûye 3 milyon û 487 hezar û 50 kesan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin