Wan | 73 koçber hatin desteserkirin

Wan | 73 koçber hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Li bajarokê Artemêtan ê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve, di nav dikanekê de 73 koçber hatin desteserkirin

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Wanê, di nav dikaneke du beşî de, 73 koçber hatin desteserkirin ku bi rêyên qeçax derbasî nav bajêr bûbûn.

Parêzgariya Wanê di daxuyaniyê de eşkere kir, şeva din li Taxa Gurubaş bi armanca rêgirtin li qeçaxçîtiya bi koçberan, hêzên Fermandariya Cendirmeyan a Bajarok li dikaneke vala ya du beşî pişkinîn kirine.

Di pişkinînê de, 73 koçberên Afxanî hatin desteserkirin. Piştî bidawîbûna karûbarên yasayî koçberên desteserkirî radestî aliyên pêwendîdar hatin kirin. Hatiye ragihandin, xwediyê dikanê yê bi navê M.S.E. û kesekî din bi navê M.Y. jî hatine desteserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin