Yekîtiya Ewropa ji bo Ukraynayê mîsyoneke leskerî ava dike

Yekîtiya Ewropa ji bo Ukraynayê mîsyoneke leskerî ava dike

PeyamaKurd – Nûnerê Bilind ê Ewlehî û Polîtîkayên Derve yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, îro 30yê Tebaxê piştî civîna li paytexta Çeyka Pragê ya wezîrên berevaniya welatên endamên YEyê  daxuyanî dan rojnamevanan.

Borell bal kişand ser perwerdekirina artêşa Ukraynayê li hember artêşa Rûsyayê û ragihand, "Hemû endamên YEyê li ser hevnêrîn in ku xebatên bo avakirina mîsyona leşkerî ya Ukraynayê werin diyarkirin.”

Herwiha Borell da zanîn ku îro Wezîrê Berevaniya Ukraynayê Oleksii Reznikov jî bi vîdyokonferansê beşdarî civînê bûye û behsa pêdiviyên artêşa Ukraynayê kiriye.

Borell da zanîn ku wê perwerdeya leşkerî di çarçoveya wê mîsyona bê avakirin de di asta bilind de bo leşkerên Ukraynayê bê dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin