PeyamaKurd - Nivîsgeha Pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê (YE) û konsulxaneyên welatên endamên YEyê yên li Hewlêrê, piştî êrîşa mûşekî ya li ser navçeya Soranê, peyameke hevbeş a sersaxî û piştgiriyê ji bo serkirdayetiya Herêma Kurdistanê şandin.
Nûnerên dîplomatîk ên Ewropayê di peyama xwe ya ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzani û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî de, nîgeraniya xwe ya kûr a li ser êrîşên dubare yên hefteyên dawî anîn ziman. YEyê tekez kir ku ew di parastina aştî û aramiya herêmê de li gel gelê Kurdistanê ne û piştgiriyê didin statuya herêmê.
Ev berteka dîplomatîk piştî êrîşeke giran a mûşekî hat ku tê de navçeya Soranê ya li bakurê Hewlêrê bûbû hedef. Wezareta Pêşmerge ragihand ku Îranê bi 6 mûşekên balîstîk li du çeperên leşkerî yên Pêşmerge xistiye. Di encama vê operasyona asmanî de 6 Pêşmerge şehîd bûn û 30 şervanên din jî birîndar bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê pêwendiyên bi Tehranê re daxuyaniyek da û eşkere kir ku berpirsên Îranî ev êrîş wekî “şaşî” qebûl kiriye. Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku Tehranê poşmaniya xwe aniye ziman û soza lêpirsîneke berfireh daye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ew niha li benda encamên fermî yên vê lêpirsînê û zelalkirina şert û mercên êrîşê ne.