11 welatan êrîşa Îsraîlê ya ser firokxaneya Ebû Zuhûrê şermezar kir

11 welatan êrîşa Îsraîlê ya ser firokxaneya Ebû Zuhûrê şermezar kir

PeyamaKurd - Wezîrên karên derve yên 11 welatan ku Tirkiye jî di nav de ye, bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên asmanî yên dawî yên Îsraîlê li ser axa Sûriyeyê şermezar kirin.

Peyama şermezarkirinê ji aliyê wezîrên karên derve yên Tirkiye, Cezayir, Endonezya, Filistin, Qeter, Libnan, Malezya, Morîtanya, Pakistan, Somalî û Erebistana Siûdî ve hate belavkirin.

Di daxuyaniya hevpar de hate destnîşankirin ku êrîşên Îsraîlê yên li ser firokxaneya leşkerî ya Ebû Zuhûrê û herêmên din ên Sûriyeyê binpêkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî û serweriya Sûriyeyê ye.

Welatan hişyarî dan ku ev cûre gavên êrîşkar aramiya herêmê zêdetir dixe xeteriyê û bang li civaka navneteweyî kirin ku ji bo rawestandina van destwerdanan gavên pêwîst bavêjin.