Hesda Seibî li Kerbelayê ji bo Suleymanî û Muhendîs merasîm çêkir

Hesda Seibî li Kerbelayê ji bo Suleymanî û Muhendîs merasîm çêkir

PeyamaKurd – Komên Heşda Şeibî di salvegera kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis de ku 3yê Çileya 2020an li Bexdayê bi balafirên bêmirov ên Amerîkayê hatibûn kuştin, li bajarê Kerbela yê Iraqê merasîma bîranînê çêkirin.

Di merasîmê de, darbestên vala wekî temsîlî hatin hilgirtin û bangên tolhildanê hatin kirin.

Komên Heşda Şeibî di merasîma temsîlî de, diyar kirin ku ew amade ne Amerîkayê ango dagirkeran ji nav xaka Iraqê derxin.

Yekşema borî Rêberê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrellah jî di televiyona El-Meyadin a Lubnanî de gotibû, ew dê tola Qasim Suleymanî û Ebû Muhendis ji hemû kesên bûne alîkarê kuştina wan û ferman dane hilînin.

Nesrellah herwiha gefa tolhildanê li Donald Trump xwaribû ku fermana kuştinê wî dabû.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin