PeyamaKurd – Gereke serbazî ya Rûsî, li rojavayê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, rê li ber gereke serbazî ya Amerîkî girt û gera Amerîkî rêya xwe guhert.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova (SOHR) diyar kir, do 27ê Îlona li devera gundê Qibûr el Xeracîne li navçeya Til Temirê li bakurê rojavayê Hesekê, gereke serbazî ya Rûsî rê li ber gereke serbazî ya Amerîkî girt û di encamê de gera Amerîkî rê ya xwe guhert.
Heman çavkaniyê eşkere kir, dewriya Amerîkî berê xwe da gundê Derdare, lê dewriya Rûsî li pey gera Amerîkî çûn nav gund û serbazên her du aliyan peya bûn û li gel hev axivîn, pişt re dewriya Amerîkî vegeriya.
Hêjayî bibîrxistinê ye, 22ê Tebaxê jî li ber gundên Demxiye û Til Deheb li başûrê Qamişlo, hêzên hikûmetê rê li ber gereke serbazî Amerîkî girtin, pişt re gera Amerîkî ji rêya xwe vegeriya.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin