PeyamaKurd – Rêveberdiya Erebîstana Siûdî ji ber germa zêde, heciyên ku diçin Mekkeyê hişyar kir ku heta niha hejmareke zêde heciyên welatan ji ber germa zêde can dane.
Wezareta Tendirustiyê ya Erebîstana Siûdî ragihand ku tenê doh 16ê Hezîranê di dawiya hecê ya mezin de bêhtirî 2 hezar û 700 bûyerên “bêhalbûna germê” hatine tomarkirin.
Televîzyona dewleta Siûdî El-Exbariye bi zarê Wezareta Tenduristiyê ragihand: “Germahiya herî bilind ji destpêka Hecê ve, îro li cihên pîroz tê tomarkirin di asta herî jor de ye û ev germahî gihiştiye 49 pileyan. Em hişyarî didin ku mêvanên Xwedê xwe ji rojê biparêzin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, li Mekkeyê pileya germahîyê gihîştiye 51,8an.
Di maweya serdanên hecê ya îsal de, li gorî agahiyan heta niha 7 heciyên Kurd jî jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî Wezareta Karê Derve ya Urdunê, 14 heciyên Urdunî di encama germahiya zêde de mirine û 17 heciyên din jî winda ne.
Îranê jî ragihandiye ku 5 heciyên Îranê mirine. Li Dakarê sê heciyên Senegallî mirine.
Wezareta Tenduristiyê ya Siûdî daye xuyakirin: “Divê tedbîr werin girtin û hecî di saetên herî germ de dernekevin derve yan jî sîwanan bi kar bînin.”
Rayedarên Erebistana Siûdî ragihandine ku îsal nêzî 2 milyon hecî beşdarî merasîma hecê bûne.
Di sala 2015an de ji ber aloziya di merasîma hecê de, zêdetirî 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin