PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku depoyên cebilxaneyan ên artêşa Ukraynayê ji aliyê artêşa Rûsyayê ve bi çekên giran hatine lêdan.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov li paytext Moskowayê têkildarî çalakiyên hêzên leşkerî yên Rûsyayê yên di Şerê Rûsya û Ûkraynayê de daxuyanî da.
Konaşenkov diyar kir ku êrîşên artêşa Rûsyayê yên li Ukraynayê didomin û got, “Hêzên Çekdar ên Rûsyayê bi şev bi çekên giran ên menzîl dirêj, ji deryayê li dijî depoyên cebilxaneyên topavêj ku cebilxaneyên welatên rojavayî dane Ukraynayê, bi şev çend êrîş pêk anîn. Armancên êrîşê hatin bidestxistin. Hemî hedefên hatine destnîşankirin hatine xistin."
BÎLANÇO HAT EŞKEREKİRİN
Konaşenkov wiha got: “Heta niha 444 balafir, 240 helîkopter, 4 hezar û 798 balafirên bêmirov, 426 pergalên moşekî yên parastina hewayî, 10 hezar û 356 tank û wesayîtên zirxî, 1131 roketavêjên pir bermîl, 5 hezar û 238 obus û 1 hezar hawan. yekîneyên artêşa Ukraynayê wiha got: “197 wesayîtên leşkerî yên taybet hatin îmhakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin