PeyamaKurd – Seroka Kosovayê Vjosa Osmanî derbarê êrîşa ku di 24ê Îlonê de li bakurê welêt ji aliyê komeke çekdar a Sirp ve li dijî polêsan hat kirin de got, "Kosova di bin êrîşan de ye, Kosova bû qurbanê êrîşa ku beriya hefteyekê hat kirin."
Osmanî di bernameya ku beşdar bû de pirsên derbarê aloziya dawî ya bi Sirbîstanê re bersivand.
Osmanî êrîşa li bakurê Kosovayê bi dagirkirina neqanûnî ya Kirimê ji aliyê Rûsyayê ve muqayese kir û wiha got: "Ev êrîşa ji nişka ve pêk nehat. Bi awayekî baş hatiye plankirin, bi awayekî baş hatiye avakirin û tenê ji bo îlhaqkirina bakurê Kosovayê bi şêwaza Kirimê hatiye amadekirin. Şikir ji Xwedê re, polîsê Kosovayê bi piştgirîya hevkarên navneteweyî wan pêşî li pêkanîna vê planê girtin."
Osmanî diyar kir, ji bo ku Pûtîn li welatên Balkana Rojava eniyeke nû ya şer veke, bi hevkariyeke nêz bi hevpeymanan re dixebitin û wiha dewam kir:
"Di destpêkê de, Sirbîstanê ne tenê li bakur, lê li seranserê sînorê 400 kîlometrî yên bi Kosovayê re, hêzên xwe yên leşkerî, hem artêş û hem jî çekên giran, bêmînak zêde kiribû. Vê yekê hişt ku wan rageşiyê bidomînin û bi vî rengî planên xwe bidomînin. Balkana Rojava bêîstîkrar bike. Ev nîşan dide ku dixwazin bi Pûtîn re li Balkana Rojava eniyeke nû li dijî Rojava vekin.”
Osmanî eşkere kir, ji bo edalet pêk were divê Sirbîstan endamên komên çekdar ên Sirb radestî Kosovayê bike û diyar kir ku Sirbîstan di warê edaletê de xwedî qeydeke baş nîne.
Osmanî bal kişand ser nebûna hevsengî û edaletê di diyaloga navbera her du welatan de, Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vucic teşwîq kir ku êrişî Kosovayê bike û got, "Kosova di bin êrîşan de ye, Kosova bû qurbanê êrîşa ku beriya hefteyekê pêk hat. Piştî vê kiryara êrîşê, wê li dijî Sirbîstanê çalakî bên kirin."
Herwiha Osmanî diyar kir, dibe ku di demeke nêzîk de belgeyên din ên derbarê destwerdana Sirbîstanê di êrîşa çekdarî ya li bakurê Kosovayê de bên weşandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin