Halewî plana ser a li ser sînorê Lubnanê pesend kir!

Halewî plana ser a li ser sînorê Lubnanê pesend kir!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Sererkanê Îsraîlê Herzî Halewî "planên şer ên li bakur (sînorê Lubnanê) ji bo dewamkirina şer erê kir."

Li gorî daxuyaniya Berdevkê Artêşa Îsraîlê, Halewî planên şer ên li bakur ji bo dewamkirina şer erê kir.

Pevçûnên ku dem bi dem dijwar dibûn, ji 8ê Cotmeha 2023an vir ve li ser sînorê Îsraîl-Lubnan di navbera aliyan de rû didin.

Di 17ê Îlonê de, teqînên hevdem li ser pagerên ku endamên Hizbullahê li Lubnanê bikar tînin, qewimîn.

Di encama teqînan de 2 jê zarok 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 2 hezar û 800 kes jî birîndar bûn ku birîna 300 ji wan giran e.

Di 18ê Îlonê de li welêt di encama teqîna gelek radyoyan de 20 kes mirin û zêdeyî 450 kes jî birîndar bûn.

Di dema ku karbidestên Lubnanî Îsraîlê berpirsê vê bûyerê dibînin, Îsraîl heta niha derbarê mijarê de daxuyanî nedaye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin