PDK: Dixwazin hebûna Kurdan li Mûsilê lawaz bikin

PDK: Dixwazin hebûna Kurdan li Mûsilê lawaz bikin

PeyamaKurd – Berpirsê Liqa 14 ya PDKê li Mûsilê Elî Xelîl ragihand ku hinek alî bi awayekî plankirî hebûna kurdan li Mûsilê lawaz dikin.

Elî Xelîl ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, ji berê ve kurd li Mûsilê hebûn û hejmara wan jî gelek bû, lê niha mixabin rêjeya kurdan li Mûsilê herî zêde %2 ye.

Xelîl herwiha diyar kiriye ku ev nîşan dide hinek alî bi plan û bernameya dijîtiya hebûna kurdan li Mûsilê dikin û dixwazin hebûna kurdan lawaz bikin.

Berpirsê PDKê daye zanîn, “Ji ber êrîşên terorîstî û ew tehdîdên ku li kurdan tên kirin, kurd neçar dimînin ji Mûsilê derkevin û koçber bibin. Piştî êrişa DAIŞê kurd bi yekcarî ji Mûsilê derketin.”

Elî Xelîl destnîşan dike ku PDKê gelekî hewl daye kurdên Mûsilê dîsa vegerîne bajêr lê baweriya kurdan êdî bi hêzên ewlehiyê yên li Mûsilê nîne da ku wan biparêze.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin