PeyamaKurd – Duh êvarî li ser rêya Pasûr û Mûşê bombeyeke vedayî bi otomobîlekê de hatibû teqandin û hatibû ragihandin ku 7 kes mirine û 10 kes jî birîndar bûne. Bi hinceta teqînê Serokê şaxa HDPê û Midûrê Karen Fenî yê Pasûrê hatin desteserkirin.
Li gorî zanyariyan di wê bûyerê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û 13 kes jî bi giranî birîndar bûne.
Piştî teqinê lêpirsîn hat destpêkirin û di çarçoveya lêpirsinê de 4 kes hatin desteserkirin ku di nava wan de Serokê şaxa HDPê A.K. û Midûrê Karûbarên Fenî yê Pasûrê Ş.A. hatin desteserkirin.
Hinceta desteserkirinê jî ew ku berî teqînê bi demeke kurt wesayîteke şaredariyê nêzîkî cihê bûyerê hatiye xuyakirin.

Midûriyeta Ewlekariyê operasyonek encam da û 4 kesan desteser kir. Di nava kesên desteserkirî de de Serokê şaxa HDPê û Midûrê Karên Fenî yê Pasûrê jî heye.
Hat diyarkirin ku lêpirsîna wan kesan dewam dike û ji bo herdu kesên din jî bêne zevtkirin xebat didomîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin