PeyamaKurd – Ji Gazze ya Fîlîstînê 150 roket avêtin ber bi Îsraîlê de. Li bajarên der û dora Gazzeyê û Tel Avîvê dengê hawara sîrenan hat. Roket li ser ku Îsraîlê li Şerîda Gazzeyê li avahiyekî çend qat xist, tûgayên İzzedîn el-Qessemê ku baskê leşkerî yê Hamasê ye,150 roketan avêt Îsraîlê.
Îsraîlê, Qubbeyên xwe yên Hesin ku bergiriya sîstema hewayiye, xist dewrê û piraniya roketan li hewayê îmha kir. Li ser îmhakirina roketan li esmanê Qudsê teqînên mezin çêbûn.
Li gor rojnama Haaretzê ya Îsraîlê; roketekî ku ji Gazzeyê avêtin li apartmanekî Tel Avîvê ket û apartman hilweşiya. Tîmên rizgarkirinê yên Îsraîlê ji bin enqazê 2 kesan sax derxist.
Hat ragihandin ku roket li dora Tel Avîvê, li Holon, Bat Yam û Givatayimê ketine.
Li gor ragihandina çapemeniyê temamê roketan li hewayê nehatine îmhakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin