Li Sêrtê 6 keçên govend gerandibûn hatin girtin

Li Sêrtê 6 keçên govend gerandibûn hatin girtin

PeyamaKurd - Li navçeya Misircê ya Sêrtê 6 keçên ji ber gerandina govendê li daweletê li ser medya civakî hedef hatibûn nîşandan û hatin binçavkirin, hatin girtin.

25ê Tîrmehê jî li bajarê Mersînê 9 ciwanên li ber perava behrê bi stranên ‘gerilla’ tê de derbas dibe govend gerandibûn hatibûn girtin.

Piştre jî li Agiriyê kesek bi heman hincetê hatibû girtin û herî dawî jî 6 keçên li dawetekê dîmenên wan ên govendê li ser medya civakî hatibûn belavkirin, hatin girtin û ji bo jinekê jî cezayê hepsa malê hate dayîn.

Hêjayî gotinê ye, piştî hesabên neteweperest ên Tirk vîdyoyên wan govendan belav dikin û gilî dikin, hêzên ewlekariyê û dadgeh jî bi hinceta ‘propagandaya terorê’ wan kesan desteser dikin û digirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin