PeyamaKurd - Çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê îro piştî nîvro li demjimêr dor 16:00 êrîşî Mexmûrê kir ku hêzên Kurd jî bersiva êrîşê dan.
Li gorî zanyariyan Kampa Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê rastî êrîşa komek çekdarên DAIŞê hatiye ku hêzên ewlekariya kampê bersiva wan dane.
Herwiha hat zanîn ku hêzên Kurd zû hay ji êrîşa DAIŞê bûne û ew dorpêç kirine ku şer û pevçûn heta ev nûçe dihat amadekirin jî berdewam bû.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku liv û tevgera DAIŞê li herêma Mexmûrê zêde bûye û terorîstên DAIŞê 28ê Çile jî êrîşeke birin ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê.
Hîn derbarê êrîşê û şerê qewimiye de agahîyên zelal û piştrastkirî nehatine belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin