PeyamaKurd- Li gor ragihandina KDP.info yê; taxa bi navê Beharê ku tê de Kurd, Tirkimen û Ereb hene, rêvebiriya niha ya Kerkûkê ku xwe li ser bajêr ferzkiriye, ji Kurdan re gotine ji bajêr derên lê bo Turkmen û Ereban tiştekî weha negotine. Li gor ragihandina Ednan Kerkûkî ku gotiye:
“ Pêvajoya derxistina Kurdan ji Kerkûkê û destdanîna ser erdê wan dewam dike. Berya çend rojan li navçeya Leylanê jî xwestin wisa bikin lê xelk li dij rabû û nerazîbûna xwe diyar kir û ew ji biryara xwe dageriyan. Çendîn ji wan tê, ew erdên Kurda ji wan distînin wan ji Kerkûkê derdixin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin