Wezareta Tenduristiyê amarên dawî eskere kir: 1115 pêketî, 6 mirin

Wezareta Tenduristiyê amarên dawî eskere kir: 1115 pêketî, 6 mirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1151 keên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 6 kes jî pê mirine.

Di daxuyaniya îro ya wezaretê de hat eşkerekirin; di 24 demjimêrên borî de 1151 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 250 kes li Hewlêrê, 392 kes li Silêmaniyê, 417 kes li Duhokê, 30 kes li Helebceyê, 57 kes li Germiyanê û 5 kes jî li Raperînê ne.

Wezareta Tenduristiyê diyar kir, di nav 24 demjimêran de 6 kesan can daye û 728 kes jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketinên koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 141724 kesan, ya mirinan bû 3896 kes û heta niha 118896 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin