Naveroka paketa dorpêçê ya nû ya Graham hat ragihandin

Naveroka paketa dorpêçê ya nû ya Graham hat ragihandin

PeyamaKurd- Paketa dorpêça ku senatorên Amerîkî amade kirine da deynin ser Tirkiyê hat ragihandin. Niha di lîstê de Halkbank jî heye.

Senatorê komarî yê Amerîkayê Lindsey Graham bi sedema operasyona Tirkiyê bo ser Rojava, ragihand ku dê daxwaznameya dorpêçan pêşkêşê kongreyê bike. Graham weha got:

“Em ê nîşan bidin ku li Amerîkayê 3 lingên rêvebiriyê hene. Ez li Jeffrey geriyam û min jê re got ji Ankara re bêje bila êrîşa ser hevkarên me yên Kurd rawestînin.”

Di paketa dorpêçê de transferên eskerî û malî, Halkbank, kirîna S-400an, lêkolîna heyiyên mal yên Erdoğan û malbata wî û mijara danîna vîzeyê heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin