PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî biryara efûya giştî ya Serokê Sûriyê Beşar Esed di 30yê Nîsanê de, bi sedan girtiyên di girtîgehên rejîmê de hatin berdan.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) doh 4ê Nîsanê ragihandibû ku tenê 452 girtî hatine berdan ku hin aliyên nêzî rejîmê jî ji vê nerazî ne.
Lê belê îro 5ê Nîsanê beşeke din a girtiyan li Şamê hatine berdan ku tê gotin bi sedan girtî kom bi kom di rojên Cejna Remezanê de hatine berdan.
Endama Rêxistina Efûyê ya Navdewletî (Amnesty International) Şepal Îbrahîm ku bixwe jî berê li Sûriyê hatibû girtin, gotiye ku ev biryara Esed surprîz e ji bo wan.
Li gorî zanyariyan serbest berdana girtiyên di girtîgehên rejîma Sûriyê de ku girtiyên siyasî li xwe digire wê heta meha Hezîranê dewam bike û bi hezaran girtî werin berdan.
Li gorî amarên SOHRê di girtîgehên hikumeta Sûriyê de, 969 hezar û 854 girtî hene. 155 hezarên wan di destpêka aloziya Sûriyê de sala 2011an hatine girtin.
Herwiha di girtîgehên rejîma Sûriyê de ji destpêka şer û aloziya Sûriyê ve zêdetirî 105 hezar kes bi îşkenceyê hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin