PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Iraqê 2 haletên din yên mirina bi sedema vîrûsa koronayê li du parêzgehan ragihand. Hejmara kesên ji vîrûsa koronayê mirine li Iraqê gihîşt 6 kesan.
Wezareta Tenduristî û Jîngeha Iraqê bi daxuyanîyekê ragihand, kesek ji parêzgeha Mîsan û yekî din jî li parêzgeha Babil bi sedema nexweşîna coronayê can dane.
Hejmara kesên bi sedema vîrûsa koronayê li Iraqê can dane gihîşte kesan ku yek li Silêmanîyê, 2 kes li Bexda, yek li Kerbela û yek jî li Mîsanê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin