Pasînyan dema îstifaya xwe eskere kir

Pasînyan dema îstifaya xwe eskere kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan, ragihand ku ew dê di meha Nîsanê de karvekêşana xwe bide.

Piştî şerê Qerebaxê û agirbesta ligel Azerdbaycanê hatiye kirin, opozisyon û artêşa welat ji bo hilweşandina hikûmetê û îstifayê fişarê li Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan dikin.

Paşînyan îro 28ê Adarê ragihand, “Ezê meha Nîsanê ji bo hilbijartinên pêşdemî îstifa bikin. Ezê di vê heyamê de bi wekalet serokwezîrtiyê berdewam bikim.”

Paşînyan beriya niha ragihandibû ku ew dê 20ê Hezîrana 2021ê hilbijartinan bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin