PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi dehan malbatên din yên DAIŞê ku ji aliyê HSDê ve dema operasyona Dêrazorê hatibûn girtin, hatin berdan.
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di çarçoveya rêkeftina wan a bi eşîrên ereb yên devera Dêrazor a Sûriyê de, 91 malbatên din yên DAIŞê ku li kampa Holê ya Hesekê bûn, hatin berdan.
Rêveberiya Rojava ragihandiye ku tevahiya wan malbatan ji 388 kesan pêk dihat û bi otomobîlan derbasî Dêrazorê hatine kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin