PeyamaKurd – Piştî hilbijartinên Almanyaya Federal gerên aliyên siyasî yên bo avakirina hikûmeta nû berdewam dikim.
Namzedê Partiya Sosyal Demokratratan (SPD) Olaf Scholz ji wergirtina posta Serokwezîra Almanya Angela Merkel ragihand, Almanya berî Kirîsmasê dibe xwedî hikûmeteke nû ku li gorî hevdîtinên SPDê bi aliyên din re niha di gotûbêjên avakirina hikûmetê de encamên baş hatine bidestxistin.
Tê çaverêkirin îro Înê komîteya hilbijartinên federalî ya Almanyayê, encamên fermî yên hilbijartinên meha borî ragihîne û li pey wê jî îro gereke din a gotûbêjan di navbera Partiya Sosyal Demokrat, Partiya Kesk û Partiya Demokrata Azad de ji bo pêkanîna hikûmeteke nû birêve diçe.
Hefteya borî, hers ê aliyan lihev kiribû ku hevpeymaniyekê ji bo pêkanîna hikûmeteke nû a Almanyayê pêk bînin û niha li ser dabeşkirina postan gotûbêj dewam dikin.
Namzedê serokwezîriyê yê SPDê Olaf Scholz ragihand ku berî Kirîstmasê hikûmeta nû ya Almanyayê tê avakirin û berpirsên Partiya Sosyal Demokrat (SPD) didin xuyakirin ku di gotûbêjan de encamên baş hatine bidestxistin.
Li gorî hevdîtinên niha berdewam dikin, Partiya Xirîstiyan Demokrat a Merkelê, piştî deshilatdariya 16 salan ji deshilatê dikeve û dibe opozîsyon ku hevpeymaneke nû tê ser deshilatdariya Almanyayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin