‘Serok Barzanî bûye sembola parastina mafên hemû pêkhateyan’

‘Serok Barzanî bûye sembola parastina mafên hemû pêkhateyan’

PeyamaKurd - Siyasetmedarê Iraqî û serokê partiya Umme ya Iraqê Mîsal Alûsî got, Serok Barzanî ne tenê mafên kurdan yên ereban jî diparêze û bûye sembola parastina hemû pêkhateyên li Iraqê.

Siyasetmedarê Iraqî Mîsal Alûsî ku bixwe dostê kurdan e ji BasNews re gotiye, firaksiyonên Bîna û Saîrûn yên parlementoya Iraqê li hember destnîşankirina serokwezîrê nû yê Iraqê mezintirîn asteng in û wiha pê de diçe:

“Milîsên şîe û hikûmeta Iraqê êrişî xwepêşanderan dikin ku bi awayekî aştiyane  daxwaza mafên xwe dikin, wan digirin û îşkence dikin û bi vî rengî dixwazin rastiyan veşêrin. Ev karên wan li dijî Destûrê û mafên mirov e.”

Alûsî dide zanîn ku Iraq dewleteke binketî û lawaz e ji ber wê jî pêwîstî bi alîkariya navdewletî heye û dibêje, Herêma Kurdistanê baştirîn kar kiriye ku gotiye naxwaze hêzên hevpeyman ji Iraqê derkevin.

Mîsal Alûsî li ser rola Serok Mesûd Barzanî jî dide xuyakirin, “Serok Barzanî mêrxasê çiya ye û siyasetmedarekî mirovdost e. Eger bêhnfirehiya wî nebûya hindek kesan dê rewş ber bi aliyekî din ve biribana. Pêgeha herêmî û navdewletî ya Serok Barzanî dikare berjewendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê biparêze.”

Serokê partiya Umme ya Iraqê herwiha gotiye, “Serok Barzanî ji bilî parastina mafên kurdan, berevanî li erebên Iraqê û hemû pêkhateyên Iraqê kiriye, ji ber wê jî Barzanî bûye sembol.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin