Stoltenberg: Heya serê Rûsya-Ûkrayna dewam bike Ûkrayna nabe endamê NATO yê

Stoltenberg: Heya serê Rûsya-Ûkrayna dewam bike Ûkrayna nabe endamê NATO yê

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li payîtexta Belçikayê li Brukselê di civînekî de li ser endamtiya NATO yê ya Ûkraynayê axifî û got ku heya şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê dewam bike, nabe ku Ûkrayna bibe endamê NATO yê. Stoltenberg got ku ji bo endamtiya Ûkraynayê, di nav hevkarên NATO de fikrên cuda hene û got:

“Deriyê NATO yê ji bo endamên nû vekiriye û wê Ûkrayna kengê bibe endam, ne Moskova lê wê hevkarên NATO û Ûkrayna biryarê bidin û em di babetê de hemfikrin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin