Merkelê sonda Serokwezîriyê xwar

Merkelê sonda Serokwezîriyê xwar

 

PeyamaKurd - Angela Merkel a ku li Almanyayê ev çar car e li ser hev wek Serokwezîr tê hilbijartin di Meclisa Federal da sond xwar

Di raydayîna li Meclisa Federal a Almanyayê hat kirin da Angela Merkel a Seroka Giştî ya partiya Yekîtiya Demokratên Xristiyan (CDU) ku ev cara çaremîne wek Serokwezîr hat hilbijartin, dest bi wezîfeyê kir.

Merkelê piştî ku belgeya xwe ya tayînkirinê ji Serokomar Frank Walter Steinmeier hilda careke din hat meclisê û sond xwar.

Serokê Meclisê Wolfgang Schauble nivîsa sondxwarinê da û Merkelê ew xwend û ji bo heyama nû bi fermî dest bi wezîfeyê kir.

Merkel, di sala 2005, 2009 û 2013an da serokwezîriya Almanyayê kir û piştî raydayîna li Meclisa Federal a Almanyayê ev cara 4emîn e ku wek serokwezîr tê hilbijartin.

Li Almanyayê di hilbijartina giştî ya sala 2005an hatibû kirin da Merkel cara ewil wek serokwezîra jin a Almanyayê hat hilbijartin û ji 12 salan zêdetir bû ku wezîfeya xwe birêva dibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin