PeyamaKurd – Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova (SOHR) diyar kir, jineke 26 salî ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve li devera Derkoş a li gundewarê Idlibê bi guleyekê hat kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova (SOHR) li ser malpera xwe belav kir û got, îro Pêncşemê, li devera Derkoş a li gundewarê Idlibê, jineke 26 salî ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hat kuştin.
Rewangehê herwiha eşkere kir, ji destpêka sala 2022yan ve heya niha, 16 kes li seranserê Sûriyê ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hatine kuştin ku 3 ji wan zarok in. Ji destpêka salê ve, 24 sivîl jî bi gulleyên hêzên Tirkiyê birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin