Li Semsûr û Batmanê hin dever hatin karantînakirin

Li Semsûr û Batmanê hin dever hatin karantînakirin

PeyamaKurd - Gundekî navçeya Hezo ya Batmanê û taxeke navçeya Çelikxan a Semsûrê li Bakurê Kurdistanê, ji ber vîrusa koronayê xistin karantînayê.

Qeymeqamtiyê Hezoyê ragihan ku Lijneya Giştî ya Tendirustiyê li Navçeyê ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Covîd-19ê û parastina welatiyan ji vîrusê li gundê Ortacayê karantîna hatiye destpêkirin û heta biryareke duyemîn ketin û derketina ji gund û li gund derbasbûnên nav malan hatiye qedexekirin.

Li navçeya Çelikxan a Semsûrê jî Taxa Kaya a ser bi bajarokê Pinarbaşiyê ve ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa koronayê xistin karantînayê ku Navenda Tendirustî ya Giştî ya Navçeyê ragihand ku wê heta 14 rojan Taxa Kaya di karantînayê de bimîne.

Her çiqas heta niha Wezareta Tenduristiya Tirkiyê bajar bi bajar eşkere nekirine jî li bajarên Bakurê Kurdistanê hejmarek zêde ya mirî û tûşbûyên vîrusa korona hatine tomarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin