PeyamaKurd – Li welatê Myanmar ê başûrê rojhilatê Asyayê artêşê bi helîkopteran êrîş bir ser dibistanekê÷
Li gorî ragihandina Associated Press (AP) artêşa rêveberiya darbeya leşkerî ya Myanmarê êrîşî dibistanekê kir û 7 ji wan zarok 13 kes hatin kuştin.
Rêveberên dibistanê dane xuyakirin ku dema wan dixwest ji gundê Let yet Kone yê Tabayin xwendekaran bibin cihekî ewle rastî êrîşa helîkopteran hatine û gule bi ser dibistana nav kampusa Keşîşxaneya Bûdîst de hatine reşandin.
Hat diyarkirin ku di dibistanê de 240 xwendekar hebûn û 7 ji wan zarok 13 kes di encama êrîşê de hatin kuştin û zêdetirî 30 zarokên dibistanê jî birîndar bûn.
Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî ji darbeya 1ê Sibata 2021ê heta niha, artêşê 269 caran êrişî dibistanan kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin