Amerîka: Welatiyekî me, di êrîsên Îranê de bû qurbanî

Amerîka: Welatiyekî me, di êrîsên Îranê de bû qurbanî

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ve hat ragihandin ku di encama êrîşên hêzên îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê de welatiyekî Amerîkayê canê xwe ji dest daye.

Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel, ragihand ku dema ji aliyê hêzên Îranê ve êrîş li xakên Herêma Kurduistanê hatine kirin, welatiyekî wan jî bûye qurbanî.

Piştî agahiya ku hat dayîn, hat ragihandin ku dê di derbarê mijarê de hûrgiliyên zêdetir neyên parvekirin lewra li ser bûyerê biryara veşarîbûnê heye.

Duh jî ji aliyê rayedarên Amerîkayê ve di derbarê van êrîşê de daxuyanî hatibû dayîn û hatibû gotin ku di wan êrîşên ku li dijî Herêma Kurdistanê hatine kirin de tu rayedar an jî leşkerên Amerîkî nehatine kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin