PeyamaKurd – Li başûrê Taylandê serhildêran li 3 parêzgehan êrîşên hemdemî li dar xistine.
Li gor zanyariyan, li 3 parêzgehên Taylandê; Pattanî, Narathîwat û Yala ku piraniya niştecihê wan Misliman in, ji aliyê serhildêran ve hemdemî bombebarankirin û qûndaxkirin hatiye pêk anîn.
Berdevkê Artêşa Taylandê Pramote Promîn di derbarê mijarê de daxuyanî da û diyar kir, li Narathîwat û Yalayê êrîşî 17 xalan kirine. Herwiha Promîn got, di êrîşa 3 bajaran de kargeh û îstasyonên petrolê jî di nav de, 17 xal hatine armanckirin.
Ji aliyê din ve, heta niha berpirsiyariya êrîşan ji aliyê kesî ve nehatiye sitendin û di encamê de 3 sivîl birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin